Feeds:
Inlägg
Kommentarer

Posts Tagged ‘Salihê Kevirbirî’

Pirtûkên Nivîskar Salihê Kevirbirî ”karapêt, hevîrtirş, filîtê quto, teyîba min” berî nuha ji çapê derketin û li Turkiyê û Kurdistanê belav bûn. Nivîskar Kevirbirî, bêhtir klasîkên kurdî, anku serpêhatiyên kurdî berhev dike û li ser wan kur dibe, dike pirtûk û dighêjîne xwendevanan.

Kitêbxaneya Kurdî ya Stokholmê bi armanca nivîskar û xwendavan bighêjîne hev, çalakiyek nû pêk dihêne. Nivîskar Kevirbirî dibe mêvanê Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê. Kitêbxane, ji bo nivîskar Kevirbirî programek taybetî pêk dihêne. Li ser pirsê daxuyaniya Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê wisa ye:

”Salihê Kevirbirî li ser berhevkirina serpêhatî û folklora kurdan dixebite. Çar pirtûkên wî, Karapêt, Hevîrtirş, Filîtê quto û Teyîba min, di vê dawiyê de çap û belav bûne. Bi vê minasebetê, nivîskar Kevirbirî dibe mêvanê Kitêbxaneya Kurdî ji bo ku behsa rê û metodên berhevkirina babetên folklorîk û dijwariyên vî karî bike û herweha pirtûkên xwe îmze bike.”

Hinek agahdarî li ser berhemên Salihê Kevirbirî di malpera PENa Kurd de belav bûne.

Bernameya Salihê Kevirbirî, li Kitêbxaneya Kurdî wiha ye:

Moderator: Rêvebirê Pirtûkxaneya Kurdî Newzad Hirorî
Program:
16.oo destpêk
16.05 Rojnamevan Gabar Çiyan li ser dijwariyên berhevkirina serpêhatiyên kurdî û afirandina berheman bi nivîskar Salih Kevirbirî re sohbetê dike.
16.25 Dawî
16.30-16.45 Sohbeta bi xwendevan re
17.oo Salih Kevirbirî pirtûkên xwe îmze dike

Roj: 2009-12-05
Dem: 16:00 – 18:00
Cî: Kitêbxaneya Kurdî, Vattugatan 16, Sundbyberg / Stockholm

Read Full Post »